Seqiz; Rehman Rehîmpûr, girtiyê siyasî yê berê hate girtin
Hengaw; Pêncşemî 30ê Çileya 2025an
Rehman Rehîmpûr, girtiyê siyasî yê berê yê xelkê bajarê Seqizê, careke din ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhastin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, demjimêr 10ê sibêdeha roja Çarşemî 29ê Çileya 2025an, Rehman Rehîmpûr yê temen 37 salî û girtiyê siyasî yê berê yê Kurd, ji aliyê hêzên Îtilaatê ve hate girtin.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, Rehman Rehîmpûr li ber deriyê mala xwe li şeqama “Ostad Şîrazî” ya bajarê Seqizê hatiye girtin.
Hêzên îtilaatê piştî girtina vî girtiyê siyasî yê berê, êrîşî ser ser mala wî kirine û dest danîne ser telefona wî û hevjîna wî û herwisa teblêta zarokên wan.
Rehman Rehîmpûr, roja Çarşemî 17ê Tebaxa 2020an, ji aliyê îdareya Îtilaata Seqizê ve hatibû girtin û piştî mehekê bi danîna barimteya 50 milyon Tumenî bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê hatibû berdan.
Ew di dawiyê de li Kanûna heman salê ji aliyê Taya 1 a Dadgeha Şoreş a Seqizê ve bi tohmeta “banghêjî ji bo Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK)” bi 10 meh girtîgehê hatibû sizadan.
Rehman Rehîmpûr, roja Şemî 3ê Tîrmeha 2021an, ji bo birêvebirina sizayê 10 meh girtîgeha bi ser de hatibû sepandin ji bo girtîgeha navendî ya Seqizê hatibû veguhestin. Navbirî piştî bi dawîanîna heyama girtîgeha xwe ji girtîgehê hate berdan.