Sine; Girtina Mihyedîn Xalidiyan ji aliyê hêzên ewlehî ve

30 January 2025 19:32

Hengaw; Pêncşemî 30ê Çileya 2025an

Mihyedîn Xalidiyan, welatiyê Kurd ê xelkê bajarê Sine ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve li vî bajarî hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 29ê Çileya 2025an, Mihyedîn Xalidiyan, ji aliyê hêzên ewlehî ve û bi bê hebûna ti belgeyeke dadwerî li cihê karê xwe li bajarê Sine hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehî hevdem bi binçavkirina vî welatiyê Kurd êrîş kirine ser mala navbirî û hewla vekolîna mala wî dane û dest danîne ser hin pirtûk û wênên keça wî ya bi navê Nîlûfer Xalidiyan (Bêrîtan Sine).

Nîlûfer Xalidiyan ji gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bû ku li meha Gulana 2022an di encama bomberana esmanî ya Ertêşa Tirkiyê de canê xwe ji dest dabû.

Hêjayî gotinê ye ku, lipeyketinên malbata vî welatiyê Kurd derheq agehdarbûn ji çarenivîs û rewşa navbirî heta niha bê encam maye.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast ji sedemên girtin û tohmetên ku li dijî wî hatinî sepandin, cihê ragirtin û qedera vî welatiyê Kurd  li  ber  dest  nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin