Seqiz; Hejmara welatiyên ku hatine girtin giha bi sê kesan
Hengaw; Pêncşemî 30ê Çileya 2025an
Hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê Hîwa Emînî û Behmen Feyzî, du welatiyên Kurd û xelkê bajarê Seqizê li vî bajarî binçav kirin. Hejmara welatiyên ku roja borî hatine girtin li bajarê Seqizê giha bi sê kesan.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 29ê Çileya 2025an, Hîwa Emînî û Behmen Feyzî herdu xelkê bajarê Seqizê ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hatine girtin.
Hengawê berê nûçeya binçavkirina Rehman Rehîmpûr ê temen 37 salî û girtiyê siyasî yê berê ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve li Seqizê belav kiribû.
Ev welatiyên Kurd piştî binçavkirinê ji aliyê hêzên ewlehî ve bo cihekî nexuya hatiye veguhastin û lipeyketinên malbatên navbiriyan derheq agehdarbûn ji rewşa wan heta niha bê encam maye.
Heya dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast ji sedemên girtin û tohmetên ku li dijî wan hatinî sepandin, cihê ragirtin û qedera van welatiyên Kurd li ber dest nîne.