Girtina du welatiyên Kurd li bajarên Mehabad û Bokanê

31 January 2025 21:06

Hengaw; Înê 31ê Çileya 2025an

Welatiyekî Kurd ê xelkê bajarê Bokanê yê bi navê Enwer Kurd û welatiyekî din ê Kurd û xelkê Mehabadê yê bi navê Keywan Nîknam, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin û bo cihekî nexuya hatine veguhastin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Pêncşemî 30ê Çileya 2025an, Enwer Kurd ê temen 27 salî û xelkê gundê "Hesar Bilaxî" yê ser bi bajarê Bokanê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Hevdem, Keywan Nîknam ê xelkê Mehabadê bi êrîşa hêzên ewlehî bo ser mala wî hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhastin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyeke dadwerî hewla binçavkirina van du welatiyên Kurd dane.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast ji sedemên girtin û tohmetên ku li dijî wan hatinî sepandin, cihê ragirtin û qedera van du welatiyên Kurd li  ber  dest  nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin