Sine; Gazîkirin û girtina Goran Xudamuradî ji bo birêvebirina sizayê girtîgehê
Hengaw; Yekşemî 2ê Şibata 2025an
Goran Xudamuradî, welatiyê Kurd û xelkê bajarê Sine, piştî ku ji aliyê Taya Çarem a Birêvebirina Sizayên Tawanan a Sinê ve hate gazîkirin li wir hate girtin û bo birêvebirina sizayê 6 meh girtîgehê bo girtîgeha navendî ya vî bajarî hate veguhastin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 2ê Şibata 2025an, Goran Xudamuradî yê 40 salî û xelkê gundê “Şîlan” ê ser bi bajarê Sine, piştî gazîkirin û serdankirina Taya Çarem a Sizayên Tawanan a Sineyê, bo derbaskirina heyam 6 meh girtîgeha bi ser de hatî sepandin bo girtîgeha navendî ya vî bajarî hate veguhastin.
Goran Xudamuradî, berê ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a Sineyê ve bi tohmeta “hevkarîkirin digel Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û propagendekirin li dijî hikûmetê” bi çar sal girtîgeha ragirtî û 6 meh girtîgeha sepiyayî (teizîrî) hatibû sizadan.
Hêzên ewlehî roja Duşemî 7ê Cotmeha 2024an, bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî êrîşî ser mala navbirî kiribûn û ew binçav kiribûn û di rêkefta 16ê Mijdarê de bi danîna barimteya 500 milyon Tumenî bi awayekî demkî hatibû berdan.
Hêjayî gotinê ye ku, hêzên ewlehî tevî binçavkirina navbirî, hewla vekolîna mala wî dabûn û dest bi ser kelûpelên wî yên kesî ji wan telefon û pirtûkên wî de girtibûn.