Seqiz; Girtin û nexuyabûna çarenivîsa Bêhrûz Feyzî
Hengaw; Duşemî 3ê Şibata 2025an
Welatiyekî Kurd ê xelkê bajarê Seqizê yê bi navê Bêhrûz Feyzî, hefteya borî ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatiye girtin û heta niha ti zanyariyek derheq rewşa wî li ber dest nîne.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 29ê Çileya 2025an, Bêhrûz Feyzî yê xelkê Seqizê ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hate girtin.
Li gorî çavkaniyeke nizî malbata Bêhrûz Feyzî, ev welatiyê Kurd piştî binçavkirinê ji aliyê hêzên ewlehî ve bo girtîgeha îdareya Îtilaatê li Sine hatiye veguhastin.
Ji pênc rojên borî ve lipeyketinên malbata navbirî derheq agehdarbûn ji rewşa Bêhrûz Feyzî bê encam mane.
Hengawê berê nûçeya binçavkirina sê welatiyên din ên xelkê bajarê Seqizê di heman rojê de yên bi navên Rehman Rehîmpûr ê temen 37 salî û girtiyê siyasî yê berê, Hîwa Emînî û Behmen Feyzî belav kiribû.
Heya dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast ji sedemên girtin û tohmetên ku li dijî vî welatiyê Kurd hatinî sepandin li ber dest nîne.