Bane; Girtin û nexuyabûna çarenivîsa Ferzad Merdûxî yê xelkê Kamêranê
Hengaw; Duşemî 3ê Şibata 2025an
Ferzad Merdûxî, ji girtiyê tevgera Jin Jiyan Azadî li Kamêranê, carek din ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin. Rewşa wî niha di girtîgeha navendî ya Banê de nexuya ye.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, çarenivîsa Ferzad Merdûxî yê 26 salî û xelkê gundê “Dejin” ê ser bi bajarê Kamêranê li girtîgeha Bane nexuya ye.
Ferzad Merdûxî roja Çarşemî 22ê Çileya 2025an, ji girtîgeha îdareya Îtilaatê li banê bo girtîgeha navendî ya Bane hatibû veguhastin.
Pêka gotina çavkaniyeke nêzî malbata Ferzad Merdûxî, ev welatiyê Kurd bi tohmetên wek “hatina nava welat yan derketin ji welat ji xalên neyasayî re” hatiye rûbirûbûn.
Ev welatiyê Kurd li meha Kanûna sala borî, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve li Baneyê hatibû girtin.
Ferzad Merdûxî, li rêkefta 18ê Mijdara 2022an jî, di tevgera Jin Jiyan Azadî de li Kamêranê hatibû girtin û piştî demekî ji girtîgehê hatibû berdan.