Dêwulan; Girtin û nexuyabûna çarenivîsa Pûrya Ehmedî ji endamê malbatên dadxwaz
Hengaw; Sêşemî 4ê Şibata 2025an
Pûrya Ehmedî, xelkê bajarê Dêwulan û biraziyê Şadman Ehmedî ji canjidestdayiyê tevgera Jin, Jiyan, Azadî zêdetirî deh roj e ku çarenivîsa wî di girtîgehê de nexuya ye.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Pûrya Ehmedî yê temen 26 salî û ji endamê malbatên dadxwaz ên bajarê Dêwulanê, zêdetirî deh roj e binçavkirî ye û ti zanyariyek li derheq çarenivîsa wî li ber dest nîne.
Lipeyketinên malbata Pûrya Ehmedî derheq agehdarbûn ji çarenivîs û rewşa navbirî heta niha bê encam maye.
Heya dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast ji sedemên girtin û tohmetên ku li dijî wî hatinî sepandin li ber dest nîne.
Şadman Ehmedî yê temen 33 salî û xelkê bajarê Dêwulanê, li meşa tevgera Jin, Jiyan, Azadî, li rêkefta 8ê Kanûna 2022an li vî bajarî hate girtin û di heman rojê de li bin îşkenceyê canê xwe ji dest da.