Sine; Girtin û nexuyabûna çarenivîsa Daniş Şerefî
Hengaw; Sêşemî 4ê Şibata 2025an
Daniş Şerefî, welatiyê Kurd û xelkê bajarê Sine, ji aliyê hêzên ewlehî ve li vî bajarî hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin û tevî derbasbûna sê rojan hê jî ti zanyariyek derheq çarenivîsa wî li ber dest nîne.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 2ê Şibata 2025an, Daniş Şerefî yê temen 37 salî û xelkê gundê “Sewlava” yê ser bi bajarê Sine li vî bajarî hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin û tevî derbasbûna sê rojan hê jî ti zanyariyek derheq çarenivîsa wî li ber dest nîne.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehî ev welatiyê Kurd di dukana wî ya telefonfiroşiyê de û bi bê nîşandana her cure belgeyeke yasayî binçav kirine û piştre bo cihekî nexuya veguhastine.
Heya dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast ji sedemên girtin û tohmetên ku li dijî vî welatiyê Kurd hatinî sepandin li ber dest nîne.