Seqiz; Hewrê Şafi`î ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin

05 February 2025 18:35
Hengaw; Çarşemî 5ê Şibata 2025an
Welatiyekî Kurd ê xelkê bajarê Seqizê yê bi navê Hewrê Şafi`î ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin û bo cihekî nexuya hatine veguhastin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 3ê Şibata 2025an, Hewrê Şafi`î yê temen 40 salî û xelkê bajarê Seqizê ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hate girtin.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, Hewrê Şafi`î li dukana ku tê de mijûlê kar bûye, li meydana Şehnaz a bajarê Seqizê hatiye girtin.
Heya dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast ji sedemên girtin, cihê ragirtin û tohmetên ku li dijî vî welatiyê Kurd hatinî sepandin li ber dest nîne.
Source: Hengawê Kurdî