Merîwan; Gazîkirin û girtina Ramiyar Kawe ji aliyê hêzên ewlehî ve

21 January 2025 11:56

Hengaw; Duşemî 20ê Çileya 2025an

Welatiyekî Kurd û xelkê bajarê Merîwanê yê bi navê Ramiyar Kawe, piştî gazîkirin bo îdareya Îtilaatê ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve li vî bajarî hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 20ê Çileya 2025an, Ramiyar Kawe yê temen 21 salî û xelkê gundê "Nê" yê ser bi bajarê Merîwanê piştî gazîkirin bo îdareya Îtilaatê li vî bajarî hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên îdareya Îtilaatê, ev welatiyê Kurd bi bê nîşandana her cure belgeyeke yasayî binçav kirine û bi rêya pêwendiyeke kurt a telefonî ve malbata navbirî agehdar kirine ku carê dê li vir bimîne.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, zanyariyek serast derbarê sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wî hatî sepandin û qedera vî welatiyê Kurd li  ber  dest   nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin