Mehabad; Mihemed Îsmayîlî Azer ji bo birêvebirina sizayê girtîgehê hate girtin

Hengaw; Çarşemî 5ê Şibata 2025an
Kamîl (Mihemed) Îsmayîlî Azer, welatiyê Kurd û xelkê bajarê Mehabadê ji bo birêvebirina sizayê şeş meh girtîgeha bi ser de hatî sepandin bo girtîgeha vî bajarî hate veguhastin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 5ê Şibata 2025an, Mihemed Îsmayîlî Azer ê temen 29 salî û xelkê gundê "Qela Hesen" ê ser bi Mehabadê û bavê du zarokan, ji aliyê hêzên Îtilaata Spahê ve di mala xwe de bi awayekî hovane hate girtin û ji bo birêvebirina sizayê girtîgehê bo girtîgeha navendî ya Mehabadê hate veguhastin.
Hengaw hatiye agehdarkirin ku, Mihemed Îsmayîlî Azer berê bi tohmeta “hevkarîkirin digel Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê” ji aliyê Dadgeha Şoreş a Mehabadê ve 13 meh sizayê girtîgehê bi ser de hatibû sepandin ku pêkhatiye ji 6 meh girtîgeha sepiyayî û 7 meh girtîgeha malê li bin çavdêriya pêbenda elektronîkî.
Ev welatiyê Kurd, di meha Adara 2024an de, li encama êrîşa hêzên ewlehî bo ser mala wî bi awayekî tundûtîjî hatibû girtin û bo cihekî nexuya hatibû veguhastin. Navbirî piştî çend meh ji binçavkirinê bi danîna barimteyê û bi awayekî demkî heta birêveçûna dadgehê hatibû berdan.