Avdanan; Piştrastûna sizayê 12 sal girîgeh û dûrxistina Vehîd Çaveran ji girtiyê tevgera Jin Jiyan Azadî

Hengaw; Pêncşemî 6ê Şibata 2025an
Sizayê 12 sal girtîgeh û dûrxistina “Vehîd Çaveran” ji girtiyê tevgera Jin Jiyan Azadî yê xelkê bajarê Avdananê ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve hate piştrastkirin. Ev sizaye li girtîgeha Zahidanê û bi bê her cure pêwendîgirtinekê bi vî welatiyê re dê were cîbicîbûn.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sizayê 12 sal girtîgeh di girtîgeha Zahidanê de û bêyê mafê pêwendîgirtina “Vehîd Çaveran” yê çiyager, çalakvanê medenî û rahênerê “Paragliding” yê xelkê bajarokê “Seraw Bax” ê ser bi bajarê Avdananê hate pejirandin.
Ev sizaye roja Duşemî 8ê Çileya 2025an, ji aliyê Taya Duyem a Dadgeha Şoreş a Îlamê ve bi serokatiya dadwer “Receb Mihemedî” bi tohmeta “beşdarîkirin di şer (miharibe) de bi çeka gerim û sivik a rasterast, têkdana asayişa giştî û bêrêzîkirin bi Xamineyî” hatibû derçûn û niha careke din ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve hatiye piştrastkirin. Navbirî divê vê sizayê bi bê here cure pêwendîgirtinekê derbas bike.
Hêjayî gotinê ye ku, ev welatiyê Kurd roja Duşemî 15ê Çileya 2025an, piştî derçûna sizayê 12 sal girtîgeh û dûrxistin bo bajarê Zahidanê bi rêya xwarina heban re li girtîgeha navendî ya Îlamê hewla xwekuştinê dabû.
Ev welatiyê Kurd piştî wê ku li rêkefta 23ê Hezîrana 2023an, ji aliyê Taya Yekem a Lêpirsînê ya Dadgeha Giştî û Şoreş a Dêluranê ve hatibû gazîkirin, di dema derketin ji Îranê li yek ji xalên sînorî yên bajarê Îlamê bi awayekî tundûtîjî û hovane ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû girtin.
Navbirî di dema binçavkirinê de ji bo ku bi zorê îtirafê bike rastî îşkencekirinê hatibû û li rêkefta 3ê Îlona heman salê li girtîgehê hevdem bi grevgirtina birçîbûnê bi nîşandana nerazîbûnê dest avêtibû bi dirûna lêvên xwe jî.
Vehîd Çaveran di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de ji tirsa wê ku ji aliyê hêzên hikûmetî ve bê binçavkirin, çendîn mehan di çiyayên derdora Avdananê de jiyan kiribû û di vê heyamê de hêzên ewlehî çendin caran hewla girtina wî dabûn.