Sine; Girtin û nexuyabûna çarenivîsa Salar Saidmuçêşî

Hengaw; Pêncşemî 6ê Şibata 2025an
Salar Saidmuçêşî, hunermendê wênekêş û xelkê bajarê Sine, ji aliyê hêzên ewlehî ve li vî bajarî hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin û bi derbasbûna çar roj ji binçavkirina navbirî ti zanyariyek derheq qedera wî li ber dest nîne.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 3ê Şibata 2025an, Salar Saidmuçêşî, hunermendê wênekêş ê temen 26 salî û xelkê bajarê Sine, li encama êrîşa hêzên îdareya Îtilaatê bo ser mala malbatî ya wî li taxa Nayser hatiye girtin û bo cihekî nexuya hatiye veguhastin û bi derbasbûna çar roj ji binçavkirina navbirî ti zanyariyek derheq çarenivîsa wî li ber dest nîne.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehî ev welatiyê Kurd bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî binçav kirine û bo cihekî nexuya veguhastine.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast derbarê sedemên girtin, tohmetên ku li dijî navbirî hatinî sepandin, cihê ragirtin û çarenivîsa vî welatiyê Kurd li ber dest nîne.