Nexede; Yûsif Keramet ji bo birêvebirina sizayê girtîgehê hate girtin

Hengaw; Înê 7ê Şibata 2025an
Yûsif Keramet ê welatiyê Kurd û xelkê bajarê Nexede ku berê ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve şeş meh sizayê girtîgehê bi ser de hatibû sepandin, ji bo birêvebirina sizayê girtîgehê hate girtin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 5ê Şibata 2025an, Yûsif (Îhsan) Keramet ê temen 26 salî, piştî gazîkirin bo navenda Birêveberiya Sizayan a Nexedê hate girtin û ji bo birêvebirina şeş meh sizayê girtîgeha bi ser de hatî sepandin bo girtîgeha navendî ya Nexedê hate veguhastin.
Hengaw hatiye agehdarkirin ku, Yûsif Keramet di vê dawiyê de ji aliyê Dadgeha Şoreş a Nexedê ve bi tohmeta “propagendekirin li dijî hikûmetê” şeş meh sizayê girtîgehê bi ser de hatiye sepandin. Navbirî sala borî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû girtin û piştî midehekê bi danîna barimteyê hatibû berdan.
Hêjayî gotinê ye ku, Yûsif Keramet di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de jî bo heyama hefteyekê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû girtin û rastî îşkenceyê hatibû.