Sine; Girtin û nexuyabûna çarenivîsa Qani`i Xatirî, çalakvanê medenî yê Kurd

08 February 2025 12:43

Hengaw; Şemî 8ê Şibata 2025an

Qani`i Xatirî, çalakvanê medenî yê Kurd û xelkê bajarê Sine, sê roj berî niha ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatiye girtin û bo cihekî nexuya hatiye veguhastin û heta niha ti zanyariyek derheq çarenivîsa wî ber dest nîne.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Pêncşemî 6ê Şibata 2025an, Qani`i Xatirî yê çalakvanê medenî yê Kurd û xelkê bajarê Sine ji aliyê hêzên ewlehî ve bi hebûna ti cure belgeyeke yasayî hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Hêjayî gotinê ye ku, ev welatiyê Kurd roja Pêncşemî 16ê Çileya 2025an bo îdareya Îtilaatê li bajarê Sine hatibû gazîkirin û piştî çend demjimêr lêpêçînkirinê hatibû berdan.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, tevî derbasbûna sê roj ji binçavkirina Qani`i Xatirî, lipeyketinên malbata vî welatiyê Kurd bi mebesta agehdarbûn ji çarenivîs û rewşa navbirî heta niha bê encam maye.

Qani`i Xatirî berê li rêkefta 18ê Gulana 2021an digel 6 kes ji çalakvanên dinê û ji endamên kempeyna xêrxwazî ya “Jiyanewey Kurdistan” ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hatibûne girtin û 27ê Hezîranê piştî 40 roj binçavkirinê bi danîna barimteyê û bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê ji girtîgehê hatibûne berdan.

Ev heft çalakvanên medenî li Gulana 2022an, ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a Sinê ve bi serokatiya dadwer Seîdî bi tohmeta “hevkarîkirin digel Partiya Komele ya Kurdistana Îranê” her yek ji wan sizayê 2 sal girtîgeh bi ser de hatibû sepandin ku sizayê Qain`i Xatirî piştî stuxwarbûn li hember dengê dadgehê bo 18 meh girtîgehê hate kêmkirin û li 3ê Tîrmeha 2022an ji bo birêvebirina sizayê bi ser de hatî sepandin bo girtîgeha navendî ya Sinê hate veguhastin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast derbarê sedemên girtin, tohmetên ku li dijî navbirî hatinî sepandin, cihê ragirtin û çarenivîsa vî welatiyê Kurd li ber dest nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin