Raporek ji cîbicîkirina sizayê darvekirina du girtiyan li girtîgeha navendî ya Kirmaşanê

08 February 2025 17:58

Hengaw; Şemî 8ê Şibata 2025an

Li hefteya derbasbûyî sizayê darvekirina du girtiyên Kurd û xelkê bajarê Kirmaşanê yên bi navên Mehdî Ehmedî û Seîd Xulamî ku berê bi tohmeta kuştina bi zanebûn bi darvekirinê hatibûne sizadan, li girtîgeha navendî ya vî bajarî hatiye cîbicîkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Çarşemî 5ê Şibata 2025an, sizayê darvekirina du girtiyên Kurd ên bi navên Mehdî Ehmedî yê temen 33 salî û Seîd Xulamî yê temen 27 salî ku herdu xîzandar û xelkê bajarê Kirmaşanê bûn li girtîgeha navendî ya vî bajarî (girtîgeha Dîzilava) hate cîbicîkirin.

Hengaw hatiye agehdarkirin ku, ev du girtiyane roja Duşemî ya heftiya derbasbûyî ji benda 7 a şêwirmendî ya girtîgeha Dîzilava, bo cîbicîkirina sizayê darvekirinê bo odeya takekesî ya vê girtîgehê hatibûne veguhastin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ev du girtiyane 3 sal beriya niha û di dosiyên cuda de bi tohmeta kuştina bi zanebûn hatibûne girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibûne sizadan.

Nûçeya darvekirina van du girtiyên Kurd, heta dema belavbûna vê nûçeyê li medyayên ser bi hikûmetê û bi taybetî yên girêdayî Dezgeha Dadwerî nehatiye   belavkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin