Qurwe; Girtin û nediyarbûna çarenivîsa Mehdî Kakeyî

08 February 2025 18:08

Hengaw; Şemî 8ê Şibata 2025an

Mehdî Kakeyî, welatiyê Kurd û xelkê bajarê Qurwe, ji çend roj berî niha ve ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatiye girtin û heta niha ti zanyariyek derheq çarenivîsa wî ber dest nîne.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Mehdî Kakeyî yê kasibkarê xelkê bajarê Qurwe, destpêka meha Şibata sala 2025an, ji aliyê hêzên ewlehî ve li vî bajarî hate girtin û bo bajarê Tehranê hate veguhastin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, Mehdî Kakeyî li şeqama “Çemran” a bajarê Qurwe û li nav dukana xwe ya firotina kelûpelên nav malê hatiye girtin.

Tê gotin ku Mehdî Kakeyî piştî girtinê ji aliyê hêzên ewlehî ve li bajarê Qurwe bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Tehranê hatiye veguhastin û ti zanyariyek derheq çarenivîsa wî ber dest nîne.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast derbarê sedemên girtin, tohmetên ku li dijî navbirî hatinî sepandin, cihê ragirtin û çarenivîsa vî welatiyê Kurd li  ber  dest  nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin