Raporek derheq cîbicîkirina sizayê darvekirina Efşîn Emîrî li girtîgeha navendî ya Kirmaşanê

Hengaw; Yekşemî 9ê Şibata 2025an
Hefteya derbasbûyî sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê xelkê bajarê Kirmaşanê yê bi navê Efşîn Emîrî li girtîgeha navendî ya vî bajarî hate cîbicîkirin. Navbirî berê bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber bi darvekirinê hatibû sizadan,
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 2ê Şibata 2025an, sizayê darvekirina Efşîn Emîrî yê temen 32 salî û xelkê bajarê Kirmaşanê li girtîgeha navendî ya vî bajarî (girtîgeha Dîzilava) hate cîbicîkirin.
Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, Efşîn Emîrî yê xelkê gundê Gulistanê 6 sal berî niha bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibûne sizadan.
Nûçeya darvekirina vî girtiyê Kurd, heta dema belavbûna vê nûçeyê li medyayên ser bi hikûmetê û bi taybetî yên girêdayî Dezgeha Dadwerî nehatiye belavkirin.