Urmiye; Pêjman Sultanî ji girtiyê tevgera “Jin Jiyan Azadî” bi darvekirinê hate sizadan

Hengaw; Yekşemî 9ê Şibata 2025an
Pêjman Sultanî, girtiyê siyasî yê Kurd û ji girtiyê tevgera “Jin Jiyan Azadî” li bajarê Bokanê, ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Tawanan a taybet bi nûciwanan a parêzgeha Urmiyê ve bi darvekirinê hate sizadan. Du tohmetbarên din ên vê dosiyê yên bi navên Rizgar Beygzade Babamîrî bi 15 sal girtîgeh û Soran Qasimî (Elî) bi 10 sal û yek roj girtîgeha sepiyayî (teizîrî) hatine sizadan.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di vê dawiyê de Pêjman Sultanî yê girtiyê temen 32 salî û binçavkirî di girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê de ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Tawanan a taybet bi nûciwanan a parêzgeha Urmiyê ve li derheq tohmeta “kuştina bi zanebûn” a yek ji endamên Besîc di tevgera “Jin Jiyan Azadî” de sizayê darvekirinê bi ser de hate sepandin.
Di vê dosiyê de Rizgar Beygzade Babamîrî yê temen 47 salî û Elî Qasimî (Soran) yê temen 28 salî jî, li derheq tohmeta “beşdarîkirin di kuştinê de” her yek ji wan sizayê 15 sal û 10 sal û yek roj girtîgeha sepiyayî bi ser wan de hate sepandin û Kawe Salihî yê temen 42 salî jî ku tohmetbarek dinê yê vê dosiyê bû, bêguneh hatiye nasandin.
Hengaw hatiye agehdarkirin ku, kombûna pêregihîştin bi tohmetên van çar welatiyan li rêkefta 29ê Kanûna 2024an hatiye birêveçûn û sizayê bi ser wan de hatî sepandin di 15ê Çileya 2025an de, li girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê ji wan re hatiye ragihandin.
Hêjayî gotinê ye ku, ev çar girtiyên siyasî tevî “Cewanmerd Mam Xusrewî”, welatiyek din ji girtiyê tevgera “Jin Jiyan Azadî”, dosyeyek dinê li Dadgeha Şoreş a bajarê Urmiyê hene ku bi tometên wekî “miharibe, bexî, şandina derman û qaçaxkirina Starlinkê” re hatine rûbirûbûn.
Pêjman Sultanî roja Şemî 15ê Nîsana 2023an, li cihê karê xwe û Soran Qasimî jî her di heman rojê de li ber mala xwe ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hatibûne binçavkirin. Rizgar Beygzade Babamîrî jî roja Duşemî 17ê meha Nîsanê ji aliyê hêzên Îtilaatê ve hatibû girtin.
Ev çar welatiyên Kurd piştî girtinê bo girtîgeha îdareya Îtilaatê li bajarê Urmiyê hatibûne veguhastin û bo heyama çar mehan di odeya takekesî de rastî îşkenceyên herî giran hatibûn û neçar bi îtirafa bi zorî li dijî xwe hatibûn.