Kirmaşan; Sirwet Sohrabî, çalakvanê çandî yê Kurd ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin

Hengaw; Sêşemî 11ê Şibata 2025an
Sirwet Sohrabî, çalakvanê çandî yê Kurd û xelkê bajarê Ciwanro û rûniştiyê bajarê Kirmaşanê, hefteya borî ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve li vî bajarî hate girtin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 7ê Şibata 2025an, Sirwet Sohrabî yê temen 36 salî û xelkê bajarê Ciwanro û rûniştiyê bajarê Kirmaşanê ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hate girtin.
Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, Sirwet Sohrabî piştî binçavkirinê li hember dukana hevjîna xwe li yek ji şeqamên Kirmaşanê, bo girtîgeha îdareya Îtilaatê li vî bajarî hatiye veguhastin.
Vê çavkaniyê ragihandiye ku, ev çalakvanê çandî ji aliyê navendên ewlehî ve bi “propagende li dijî Komara Îslamî ya Îranê” hatiye tohmetbarkirin.