Urmiye; Sê girtiyên Kurd bi tohmeta "sîxurîkirin bo Îsraîlê" bi îdamê hatine sizadan

08 November 2024 11:56

Hengaw; Înê 8ê Mijdara 2024an

Sê girtiyên Kurd ên bi navên Îdrîs Alî û Azad Şucaî yên xelkê bajarê Serdeştê û Resûl Ehmed Mihemed yê xelkê bajarê Silêmanî yê ser bi Herêma Kurdistanê, bi tohmeta sîxurîkirin bo Îsraîlê ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatine sizadan. Di heyama sala borî de li Îranê aliyê kêm 7 girtiyên Kurd bi vê tohmetê hatine darvekirin û çar girtiyên dinê jî bi darvekirinê hatine sizadan.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Esxer Cehangîrî, Berdevkê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê, roja Sêşemî 5ê Mijdara 2024an, bi bê îşarekirin bi nasnameya van sê girtiyên Kurd di konferanseke rojnamevanî de îdia kiribû ku ev sê kesane ji bilî "sîxurîkirinê" li jêr navê qaçaxçîtiya vexwerinên elkolî hewla veguhastina keresteyên terorkirina Muhsên Fexrîzade Mehabadî, cîgirê berê yê wezîrê berevaniyê û ji berpirsên pilebilind ê bernameya navkî ya Îranê dane.

Ev sê girtiyên Kurd li Payîza sala borî bi îdamê hatibûne sizadan, lê piştî salekê û çend rojan piştî êrîşên leşkerî û tolhildana Îsraîlê bo ser binkeyên leşkerî yên Îranê, ji aliyê Berdevkê Dezgeha Dadwerî ve hate ragihandin.

Pêka rapoara ku gihaye bi saziya Hengawê, her yek ji Îdrîs Alî yê 31 salî û Azad Şucaî du kolberên xelkê gundê "Dole Germe" yê ser bi bajarê Serdeştê, ku herdu jî xîzandar in û Resûl Ehmed Mihemed ê kasibkar û xelkê bajarê Silêmaniyê, Îlona 2023an ji aliyê Taya Duyem a Dadgeha Şoreş a Urmiyê ve bi serokatiya dadwer Şahîn bi tohmeta “sîxurîkiin bo Îsraîlê” hatibûne dadgehîkirin û di Mijdara heman salê de derçûna sizayê darvekirinê bi fermî ji wan re hatibû ragihandin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev sê welatiyên Kurd li Tîrmeha 2023an ji aliyê îdareya Îtilaatê ve hatibûne girtin û bo girtîgeha vê saziya ewlehî li Urmiyê hatibûne veguhastin. Ev sê welatiyane di heyam girtinê de ji mafên destpêregihîştin bi parêzer û heta mafê hevdîtin bi malbatên xwe re hatibûne bêparkirin, di heyma 8 meh binçavkirinê de li vê girtîgehê rastî îşkenceyên dijwar hatibûn û di bin îşkenceyên jiqasderçûyî de hatibûne neçarkirin ku îtirafên bi zorê û tohmetên ku li dijî wan hatibûne sepandin bikişînin sitûyê xwe û piştî 8 mehan bo girtîgeha navendî ya Urmiyê hatibûne veguhastin.

Esxer Cehangîrî di konferansa xwe ya medyayî de ragihand ku, di vê dosyayê de aliyê kêm 8 kes hatine binçavkirin û sê kes ji wan di qonaxa destpêkê de bi darvekirinê hatine sizadan. Ev yeka di halekê de ye ku roja Çarşemî 9ê Kanûna 2020an, Hengawê ragihandibû ku hêzên ewlehî bi hênceta terora Muhsên Fexrîzade Mehabadî, bajarê Banê dorpêç kiribû û malên xelkê vekolîn kiribû û zêdetirî 20 kes hatibûne girtin ku Hengawê nasnameya 9 kesan belav kiribû.

Muhsên Fexrîzade Mehabadî ji zanayên navkiya Îranê, roja Înê 27ê Mijdara 2020an, li navçeya Ebserda Demawendê li nêzîk Tehranê hate terorkirin û berpirsên Îranê wê demê Îsraîl weke encamderê vê terorê dabûne nasîn.

Dayîna sizayê darvekirinê ji bo van sê girtiyên Kurd di halekê de ye ku aliyê kêm 7 girtiyên Kurd ên bi navên Wefa Henare, Aram Umerî Bedriyanî, Rehman Perhazo, Pêjman Fetehî, Muhsên Mezlûm, Wefa Azerbar û Mihemed Feramerzî bi hênceta sîxurîkirin û pêwendî digel Îsraîlê li girtîgehên Urmiyê û Qizilhesara Kerecê hatibûne îdamkirin.

Herwiha ji bilî van sê girtiyan ku yek ji wan xelkê bajarê Silêmaniya Herêma Kurdistanê ye, girtiyekî din ê Kurd ê bi navê Şahîn Wesaf ku di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de hatibû girtin, bi tohmeta sîxurîkirin bo Îsraîlê hatiye tohmetbarkirin.

Komara Îslamî ya Îranê di heyama du salên borî de herî kêm 2 caran malên bazirganên Kurd li bajarê Hewlêra paytexta hikûmeta Herêma Kurdistanê kiriye armanca mûşekan ku di cara dawî de li 15ê Tîrmeha 2024an mala Pêşrew Dizeyî kiribû armanc û di encama vê êrîşa mûşekî de Pêşrew Dizeyî ji bazirganên naskirî yê Kurdistanê digel keça xwe ya 11 mehî ya bi navê Jîna Pêşrew û du welatiyên dinê hatibûne kuştin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin