Ciwanro; Girtina dubare ya Yehya Muradî ji girtiyê xwenîşandanên Mijdara 2019an

12 February 2025 21:16

Hengaw; Çarşemî 12ê Şibata 2025an

Yehya Muradî ji girtiyê xwenîşandana xwînayî ya Mijdara 2019an li Ciwanroyê, careke din ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya roja Sêşemî 11ê Şibata 2025an, Yehya Muradî, welatiyê Kurd û xelkê Ciwanroyê ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hate girtin.

Hêzên îdareya Îtilaatê bi bê hebûna ti belgeyeke dadwerî û bi êrîşkirin bo ser mala Yehya Muradî, ev welatiyê Kurd binçav kirine û bo cihekî nexuya veguhastine.

Heta niha ji hûrgiliyên sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wî hatinî sepandin û cihê ragirtina vî welatiyê Kurd, ti zanyariyeke serast  ber dest nîne.

Hêjayî gotinê ye ku, Yehya Muradî, roja Yekşemî 17ê Mijdara 2019an, li meşa xwenîşandanên xelkê Ciwanroyê hatibû girtin û piştî midehekê  hatibû  berdan.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin