Mehabad; Diyako Xizrî, mamê Şaho Xizrî ji cangoriyê tevgera Jin Jiyan Azadî hate girtin

13 February 2025 13:01

Hengaw; Pêncşemî 13ê Şibata 2025an

Diyako Xizrî, welatiyê Kurd û xelkê bajarê Mehabadê û mamê Şaho Xizrî ji cangoriyê tevgera Jin Jiyan Azadî ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 12ê Şibata 2025an, Diyako Xizrî, welatiyê 38 salî yê xelkê gundê “Şîlan Ava” yê ser bi bajarê Mehabadê û ji endamê malbatên dadxwaz ên Kurdistanê ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve li mala xwe hate girtin û bo chekî nexuya hate veguhastin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, lipeyketinên malbata Diyako Xizrî ji bo agehdarbûn ji çarenivîs û rewşa navbirî heta niha bê encam maye û saziyên ewlehî xwe ji dana her cure bersivekê di vê derbarê de diparêzin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, zanyariyek serast ji sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wî hatinî sepandin û cihê ragirtina vî welatiyê Kurd ber  dest  nîne.

 

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin