Du welatiyên Kurd ên xelkê Selmas û Bokanê bi awayekî hovane ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin

13 February 2025 19:32

Hengaw; Pêncşemî 13ê Şibata 2025an

Peyman Îsmayîlpûr yê xelkê bajarê Bokanê û welatiyekî din ê Kurd û xelkê bajarê Selmasê yê bi navê Efşîn Elîzade, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin û bo cihekî nexuya hatine veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Pêncşemî 13ê Şibata 2025an, Peyman Îsmayîlpûr yê temen 33 salî û xelkê gundê “Hacîlek” ê ser bi bajarê Bokanê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehî êrîş kirine ser mala vî welatiyê Kurd, şûşêyên pencereya wan şikandine û bi bê hebûna ti cure belgeyeke yasayî çûne mala navbirî.

Herwisa roja Sêşemî 11ê Şibatê, Efşîn Elîzade yê temen 31 salî û xelkê gundê “Herkiyan” ê ser bi bajarê Selmasê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin.

Efşîn Elîzade bi bê hebûna ti cure belgeyeke yasayî, bi awayekî hovane û di mala xwe de ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye girtin.

Herwisa hêzên ewlehî dest danîne ser kelûpelên Efşîn Elîzade yên elekteronîkî yên wekî telefon û kampiyûtera wî.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast ji sedemên girtin, tohmetên ku li dijî van du welatiyên Kurd hatinî sepandin û cihê ragirtina wan  ber  dest  nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin