Sine; Binyamîn Rehîmpûr ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin

21 January 2025 18:49

Hengaw; Sêşemî 21ê Çileya 2025an

Binyamîn Rehîmpûr, welatiyê Kurd ê xelkê bajarê Sine, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve bi awayekî hovane hate girtin û bo girtîgeha Îtilaata Spahê li vî bajarî hate veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 21ê Çileya 2025an, Binyamîn Rehîmpûr ê temen 33 salî û xelkê gundê “Ewêheng” û rûniştiyê bajarê Sineyê li encama êrîşa hêzên ewlehî bo ser cihê karê wî û bi bê nîşandana her cure belgeyeke yasayî hate girtin û bo girtîgeha Îtilaata Spahê li bajarê Sinê hate veguhastin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, 12 kes ji hêzên Îtilaata Spahê piştî girtina Binyamîn Rehîmpûr êrîş kirine ser mala wî û tevî vekolîna malê, dest danîne ser kamêrayên dukana wî û bi çêkirina rewşeke tirsandin û bêrêzîkirin bi endamên malbata vî welatiyê li dijî wan çek kêşane.

Hêjayê gotinê ye ku, ev welatiye berê di rêkefta 3ê Gulana 2020an de tevî birayê xwe, Tariq Rehîmpûr li encama êrîşkirina hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê bo ser mala wan ya malbatî bi tohmeta “hevkarîkirin digel yek ji partiyên dijberî hikûmeta Îranê” hatibûne girtin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, lipeyketinên malbata vî welatiyê Kurd ji bo agehdarbûn ji çarenivîs û rewşa wî, bê encam maye.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast derbarê sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wî hatinî sepandin, çarenivîs û cihê ragirtina vî welatiyê Kurd li  ber  dest  nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin