Mehabad; Raporek ji girtin û nediyarbûna çarenivîsa Umîd Feqîhusênzade

Hengaw; Pêncşemî 13ê Şibata 2025an
Umîd Feqîhusênzade, welatiyê Kurd û xelkê bajarê Mehabadê, ji sê roj berî niha ve ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatiye girtin, bo cihekî nexuya hatiye veguhastin û heta niha ti zanyariyek derheq çarenivîsa wî ber dest nîne.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 11ê Şibata 2025an, Umîd Feqîhusênzade yê xelkê gundê “Qumqela” yê ser bi bajarê Mehabadê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.
Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, tevî derbasbûna sê roj ji girtina Umîd Feqîhusênzade, lipeyketinên malbata vî welatiyê Kurd bi mebesta agehdarbûn ji çarenivîs û rewşa navbirî heta niha bê encam maye.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast derbarê sedemên girtin, tohmetên ku li dijî navbirî hatinî sepandin, cihê ragirtin û çarenivîsa vî welatiyê Kurd ku xwîzandar û bavê zarokekê ye ber dest nîne.