Birêveçûna sizayê darevekirina girtiyekî Kurd li girtîgeha navendî ya Melayirê

14 February 2025 18:02
Hengaw; Înê 14ê Şibata 2025an
Sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê Cewad Kakawen ku berê bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber bi darvekirinê hatibû sizadan, li girtîgeha navendî ya Melayira parêzgeha Hemedanê hate birêveçûn.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Çarşemî 12ê Çileya 2025an, sizayê darvekirina Cewad Kakawend ê temen 22 salî û xelkê Dulfanê li girtîgeha navendî ya Melayirê hate birêveçûn.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, Cewad Kakawend sê sal û sê meh barî niha bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber bi darvekirinê hatibû sizadan.
Nûçeya darvekirina vî girtiyê, heta dema belavbûna vê nûçeyê li medyayên ser bi hikûmetê û bi taybetî yên girêdayî Dezgeha Dadwerî nehatiye belavkirin.
Source: Hengawê Kurdî