Eşkerebûna nasnameya 9 kes ji girtiyên nerazî yên Dêhdeştê û veguhastina hejmarek ji wan bo Yasûcê

15 February 2025 17:02

Hengaw; Şemî 15ê Şibata 2025an

Hejmara welatiyên nerazî yên binçavkirî di xwenîşandana Dêhdeştê de ber bi bilindbûnê ve diçe û heta niha nasnameya 9 kes ji wan, ku du zarokên bin 18 salî tê de ne, hatiye eşkerekirin. Nasnameya van neraziyan bi Atife Tahirniya, Emîrhusên Ceiferî, Kamran Bûzerî, Cabir Feroxî, Pûriya Beratî, Husên Perîsayî, Elîriza Perîsayî, Hemîd Perîsayî û Ehmed Nûrmihemedî hatiye zanîn.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, nasnameya sê kes ji binçavkiriyên xwenîşandana hefteya borî ya bajarê Dêhdeştê yê ser bi parêzgeha Kehgîûye û Bûyerehmedê yên bi navên Elîriza Perîsayî, Hemîd Perîsayî û Ehmed Nûrmihemedî hatiye eşkerebûn. Hejmarek ji van neraziyên binçavkirî bo girtîgehên ewlehî yên Îtilaata Spaha Pasdaran li bajarê Dêhdeşê û hinek jî bo Yasûcê, navenda Kehgîlûye û Bûyerehmedê hatine veguhastin.

Di vê navberê de her yek ji Atife Tahirniya û Emîrhusên Ceiferî yên 17 salî, Kamran Bûzerî yê 16 salî û Cabir Feroxî û Pûriya Beratî, êvareya Sêşemî 11ê Şibata 2025an, û Husên Perîsayî jî roja Pêncşemî 13ê Şibatê hatine girtin. Sê hevwelatiyên dinê jî di vê heyamê de hatine girtin.

Xwenîşandana Dêhdeştê ji roja 9ê Şibata îsal hate destpêkirin û heta êvareya Pêncşemî 13ê Şibatê berdewam bû ku di vê heyamê de hejmarek ji nerazî hatine girtin û nasnameya hinek ji wan heta niha nehatiye eşkerebûn.

Hêjayî gotinê ye ku, Atife Tahirniya ku di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de jî bo heyamekê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû girtin û bi sedema lêdana batomê rastî ziyandîtinê hatibû.

Di meşa vê xwenîşandanê de dirûşmên wek “îsal sala xwînê ye, Seyîd Elî divê biherife, mirin bo Komara Îslamî û mirin bo dîktator” hatine danê.

Dîmenên di êvareya Înê 14ê Şibatê de hatinî belavkirin, nîşan didin ku hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê bi armanca çêkirina tirs û serkutkirina neraziyan di nava bajarê Dêhdeştê de hatine belavkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin