Bokan; Şêrko Tabnak, girtiyê siyasî bi mebesta birêvebirina sizayê girtîgehê hate girtin

15 February 2025 22:02

Hengaw; Şemî 15ê Şibata 2025an

Şêrko Tabnak, girtiyê siyasî yê berê yê Kurd û xelkê bajarê Bokanê bi mebesta birêvebirina sizayê çar meh girtîgeha bi ser de hatî sepandin hate girtin û bo girtîgeha vî bajarî hate veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 15ê Şibata 2025an, Şêrko Tabnak yê 36 salî û xelkê bajarê Bokanê piştî gazîkirin bo Navenda Birêvebirina Sizayan a Bokanê bi mebesta birêvebirina 4 meh girtîgeha bi ser de hatî sepandin hate girtin û bo girtîgeha vî bajarî hate veguhastin.

Hengaw hatiye agehdarkirin ku, Şêrko Tabnak di vê dawiyê de ji aliyê Taya 101 a Dadgeha Tawana a 2 li Bokanê bi tohemta “propagendekirin li dijî hikûmetê” ji ber hilgirtina alaya Kurdistanê di nav trombêla xwe de, sizayê çar meg girtîgeh bi ser de hatiye sepandin.

Ev welatiye navîna meha Kanûna 2024an, ji aliyê hêzên ewlehî ve li Bokanê hatibû girtin û di dawiyê de bi danîna barimteyê heta dawî qonaxên dadgehê bi awayekî demkî ji girtîgehê hatibû berdan.

Şêrko Tabnak di 14ê Tîrmeha 2021an de jî hatibû girtin û piştre ji aliyê Taya 101 a Dadgeha Tawanan a Bokanê ve sizayê salek girtîgeh bi ser de hatibû sepandin û roja Înê 6ê Gulana 2022an piştî bi dawîhatina heyama girtîgehê ji girtîgeha navendî ya vî bajarî hatibû berdan.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin