Birêveçûna sizayê darevekirina girtiyekî Kurd li girtîgeha navendî ya Ramhormozê

Hengaw; Yekşemî 16ê Şibata 2025an
Sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê Elî Kurd ê xelkê Bax Melik ê ser bi parêzgeha Xûzistanê ku berê bi tohmeta "kuştina bi qest" bi darvekirinê hatibû sizadan, li girtîgeha navendî ya Ramhormoza parêzgeha Xûzistanê hate birêveçûn.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Şemî 15ê Şibata 2025an, sizayê darvekirina Elî Kurd ê temen 31 salî û xelkê Bax Melikê û bavê du zarokan li girtîgeha navendî ya Ramhormozê hate birêveçûn.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev girtiyê Kurd barî niha bi tohmeta kuştin bi qest hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan.
Nûçeya darvekirina vî girtiyê Kurd, heta dema belavbûna vê nûçeyê li medyayên ser bi hikûmetê û bi taybetî yên girêdayî Dezgeha Dadwerî nehatiye belavkirin.