Sine; Girtina Şîrzad Namdarî ji aliyê hêzên ewlehî ve

17 February 2025 18:13

Hengaw; Duşemî 17ê Şibata 2025an

Şîrzad Namdarî, welatiyê Kurd ê xelkê bajarê Sine ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve li vî bajarî hate girtin û bo cihekî nediyar hat veguhestin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, piştê nîvroya roja Yekşemî 16ê Şibata 2025an, Şîrzad Namdarî yê temen 44 salî û bavê du zarokan ji aliyê hêzên ewlehî ve li bajarê Sine hate girtin.

Li gor çavkanieyek agehdar a nêzî malbata Şîrzad Namdarî, girtina vî welatiyê li mala wî ya kesî li şehreka Bêiset a Sinê û ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hatiye encamdan.

Şîrzad Namdarî ku mijûlê bazarîkirina parçeyên yedekî ye, piştî ku hatiye girtin bo cihekî nediyar hatiye veguhastin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, derbarê sedemên girtin, tohmetên ku li dijî navbirî hatinî sepandin û cihê ragirtina vî welatiyê Kurd, ti zanyariyek serast li ber dest nînin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin