Şino; Yûsif Hacî Xoş di dosyeke dinê de bi 10 meh girtîgehê hate sizadan

18 February 2025 11:29

Hengaw; Sêşemî 18ê Şibata 2025an

Yûsif Hacî Xoş ê welatiyê Kurd û xelkê Şinoyê û endamê Şêwreya Navendî û Desteye Birêveberî ya Eniya Yekgirtî ya Kurd bi 10 meh girtîgeha sepiyayî hate sizadan. Ew di girtîgeha navendî ya Nexedê de sizayê xwe yê berê derbas dike.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Yûsif Hacî Xoş ê temen 48 salî û welatiyê xelkê gundê "Koneqela" yê ser bi bajarê Şinoyê, ji aliyê Dadgeha Şoreş a vî bajarî ve bi serokatiya dadwer “Ensarî” bi 10 meh girtîgeha sepiyayî hate sizadan.

Yûsif Hacî Xoş berê roja Pêncşemî 2ê Gulana 2024an, derheq lidarxistina rêûresma Newroza Kurdistanê, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve û bi şêweyekî tundûtîjî di mala xwe de hatibû girtin û bi mebesta lêpêçînê bo yek ji girtîgehên ewlehî li Urmiyê hatibû veguhastin.

Navbirî piştî bi dawîhatina heyama lêpêçînê bo girtêgeha navendî ya Şinoyê hatibû veguhastin û di dawiyê de roja Pêncşemî 30ê Gulana 2024an, bi danîna barimteya yek milyard Tumenî û bi awayekî demkî ji girtîgehê hatibû berdan.

Navbirî piştre ji aliyê Dadgeha Şoreş a bajarê Şinoyê ve bi tohmeta "hevkarîkirin bi Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê re" bi 3 sal û 4 meh girtîgehê hatibû sizadan. Ji vê sizayê 9 meh girtîgeha sepiyayî (teizîrî) û yê dinê jî sizayê girtîgeha ragirtî hatibû ragihandin.

Yûsif Hacî Xoş di halekê de ku bi mebesta cîbicîkirina sizayê girtîgeha bi ser de hatî sepandin bo girtîgeha navendî ya Şinoyê hatibû veguhastin, roja Çarşemî 18ê Kanûna 2024an, ji girtîgeha vî bajarî bo girtîgeha navendî ya Nexedê hatibû  veguhastin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin