Sine; Girtin û nexuyabûna çarenivîsa Cebar Ewîhengî
Hengaw; Sêşemî 21ê Çileya 2025an
Cebar Ewîhengî, çalakvanê medenî yê xelkê bajarê Sinê ku 10 roj beriya niha ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve li vî bajarî hatibû girtin, heta niha ti zanyariyek li derheq çarenivîsa navbirî ber dest nîne.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, tevî derbasbûna 10 roj ji heyama girtina Cebar Ewîhengî yê temen 52 salî û çalakvanê medenî û xelkê bajarê Sinê, heta niha ti zanyariyek li derheq çarenivîs û rewşa navbirî ber dest nîne û li peyketinên malbata navbirî di vê derheqê de bê encam maye.
Cebar Ewîhengî, sibêdeha roja Yekşemî 12ê Çileya 2025an, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve li cihê karê xwe bi bê nîşandana her cure belgeyeke yasayî hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast derbarê sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wî hatinî sepandin û çarenivîsa vî welatiyê Kurd li ber dest nîne.