Jinkujî; Jineke ciwan bi hênceta “parastina namûsê” bi detsê bavê xwe li Kirmaşanê hate kuştin

19 February 2025 11:31

Hengaw; Çarşemî 19ê Şibata 2025an

Jineke ciwan a xelka bajarê Kirmaşanê ya bi navê Seyîd Dunya Husênî, ji aliyê bavê xwe ve bi bikaranîna çeka sar û bi şêweyekî hovane hate kuştin. Sedema kuştina vê jina ciwan bi hênceta “parastina namûs û şerefê” hatiye ragihandin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 17ê şibata 2025an, Seyîd Dunya Husênî ya temen 23 sal û xelka gundê “Biriyexan” ê ser bi bajarê Dalaho û rûniştiya taxa Dewletava ya Kirmaşanê, ji aliyê bavê xwe ve yê bi navê “Yedulah Husênî” bi çendîn derbeyên kêrê hatiye kuştin.

Pêka gotina çavkaniyeke nêzî malbata Husênî, Dunya Husênî nêzî 40 roj beriya niha ji ber “pêwendiya wê bi zilamekî dinê re” ji mêrê xwe cuda bibû. Navbirî 40 roj piştî cudabûnê vegeriyabû mala bavê xwe û rojek piştî hatinê, bi destê bavê xwe û bi hênceta parastina namûsê bi derbên kêran hate kuştin.

Hêjayî gotinê ye ku, medyayên hikûmetî bi cihê îşarekirin bi sedema kuştina vê jinê bi hênceta parastina namûsê, careke din ji destewajeya nerohn a “pirsgirêka malbatî” sûd wergirtine û nivîsîne ku tawanbar çend demjimêr piştî kuştina keça xwe hatiye girtin.

Kamara Îslamî di yasayên xwe de netenê ti piştevaniyekê li derheq hênceta parastina namûsê ji jinan nake, belkî pêka yasayên vê hikûmetê bav ji dema kuştina zarokên xwe rastî sizayên dijwar ên Komara Îslamî ya Îranê nayê. Hengaw derbarê binpêkariya rêkxistinkirî ya mafê jinan ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve û normalkirina kuştina wan ji aliyê endamên malbatê ve û amarên nihênî yên jinkujî huşdariyê dide.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin