Birêveçûna sizayê darvekirina girtiyekî Kurd li girtîgeha navendî ya Qurwe

23 February 2025 16:58

Hengaw; Yekşemî 23ê Şibata 2025an

Sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê Neîm Ebdî yê xelkê Qurwe ku berê bi tohmeta "kuştina bi qest" bi darvekirinê hatibû sizadan, li girtîgeha navendî ya bajarê Qurwe yê ser bi parêzgeha Sine hate birêveçûn.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Yekşemî 23ê Şibata 2025an, sizayê darvekirina Neîm Ebdî yê temen 22 salî û xelkê bajarê Qurwe li girtîgeha navendî ya vî bajarî hate birêveçûn.

Li gorî gotina çavkaniyeke nêzî malbata Ebdî, Neîm Ebdî du sal barî niha bi tohmeta kuştin bi qest a welatiyekî bi navê Bêhzad Muezemî hatibû girtin û piştre ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan.

Nûçeya darvekirina vî girtiyê Kurd, heta dema belavbûna vê nûçeyê li medyayên ser bi hikûmetê û bi taybetî yên girêdayî Dezgeha Dadwerî nehatiye  belavkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin