Urmiye; Hemîd Çepatî, çalakvanê medenî yê Kurd bi girtîgehê hate sizadan

Hengaw; Yekşemî 23ê Şibata 2025an
Hemîd Çepatî yê çalakvanê medenî yê Kurd û xelkê bajarê Urmiye ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve, sê meh sizayê girtîgehê bi ser de hate sepandin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Hemîd Çepatî, çalakvanê medenî yê temen 36 salî û xelkê bajarê Urmiye ji aliyê Taya Du ya Dadgeha Şoreş a vî bajarî ve bi serokatiya Dadwer Şahînî bi tohmeta "propagendekirin li dijî hikûmetê û têkdana raya giştî" bi sê meh girtîgehê hate sizadan.
Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ev sizayê hatî sepandin roja Sêşemî 18ê Şibata 2025an, bi awayekî fermî bi parêzerê Hemîd Çepatî re hatiye ragihandin.
Hemîd Çepatî roja Çarşemî 16ê Cotmeha 2024an, piştî gazîkirin bo Polîsê Ewlehî li Urmiyê hatibû girtin û piştî rojek ji binçavkirinê, navbirî bi danînan barimteyê û bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê hatibû berdan.
Hêzên Polîsê Ewlehî destpêkê êrîşî ser mala malbatî ya vî welatiyê Kurd kiribûn û bi bê hebûna belgên yasayî dest avêtibûn bi vekolîna mala wî.