Miyanduav; 6 welatiyên Kurd ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin

Hengaw; Yekşemî 23ê Şibata 2025an
Herî kêm 6 welatiyên Kurd û xelkê bajarê Miyanduavê yên bi navên Bêhzad Berceste, Keywan Berceste, Şehab Tiwan, Xaliq Rehîmî, Nîma Qurbanzade û Sidîq Ebasnijad ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 22ê Şibata 2025an, hêzên Îtlaatê li Urmiyê êrîşî ser gundê Birahîmava yê girêdayî bajarê Miyanduavê kirin û çar welatiyên Kurd ên bi navên Bêhzad Berceste, Keywan Berceste, Şehab Tiwan, Nîma Qurbanzade girtin.
Hevdem van hêzan Xaliq Rehîmî yê xelkê gundê Gamêşgolî û Sidîq Ebasnijad yê xelkê gundê Qela Helakoxan (Husênava) binçav kirin.
Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên Îdareya Îtilaata Urmiye û Miyanduavê bi awayekî hovane û tundûtîjî ev welatiyên Kurd di malên wan de girtine û piştre bo yek ji girtîgehên hêzên ewlehî li bajarê Urmiyê veguhastine.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, derbarê sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wan hatinî sepandin, cihê ragirtin û qedera van welatiyên Kurd, ti zanyariyek serast li ber dest nînin.