Miyanduav; Girtina Mobîn Mecîdzade û hejmara girtiyan giha bi 7 kesan

23 February 2025 23:32

Hengaw; Yekşemî 23ê Şibata 2025an

Piştî eşkerebûna navê welatiyekî din ê bi navê Mobîn Mecîdzade, hejmara girtiyên duh li bajarê Miyanduavê giha bi 7 kesan. Hengawê berê nûçeya girtina 6 welatiyên dinê ragihandibû.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya roja Şemî 22ê Şibata 2025an, hêzên îdareya Îtlaatê Mobîn Mecîdzade yê xelkê gundê “Gamêşgolî” yê girêdayî bajarê Miyanduavê di mala wî de bi awayekî tundûtîjî binçav kirin.

Hengawê berê nûçeya girtina 6 welatiyên Kurd ên bi navên Bêhzad Berceste, Keywan Berceste, Şehab Tiwan û Nîma Qurbanzade yên xelkê gundê “Birahîmava” ê ser bi bajarê Miyanduavê, Xaliq Rehîmî yê xelkê gundê Gamêşgolî û Sidîq Ebasnijad ê xelkê gundê “Qelaya Holakoxan” (Husênava) li vî bajarî rahihandibû.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên Îdareya Îtilaata Urmiye û Miyanduavê bi awayekî hovane û tundûtîjî ev welatiyên Kurd di malên wan de girtine û piştre bo yek ji girtîgehên hêzên ewlehî li bajarê Urmiyê veguhastine.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, derbarê sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wan hatinî sepandin, cihê ragirtin û qedera van welatiyên Kurd, ti zanyariyek serast li ber  dest  nînin.

 

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin