Berdewamiya girtin û nexuyabûna çarenivîsa Newzad Behramî yê xelkê Merîwanê

Hengaw; Sêşemî 25ê Şibata 2025an
Newzad Behramî, çalakvanê medenî yê Kurd û xelkê bajarê Merîwanê, ji du hefte berî niha ve ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hatiye girtin û heta niha çarenivîsa wî li girtîgeha vê saziyê li Sineyê nexuya ye. Navbirî dema vegerîn ji Herêma Kurdistanê hatiye girtin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Newzad Behramî yê çalakvanê medenî û xelkê gundê “Deretifê” yê ser bi Merîwanê, heyama 14 roj e ku di girtîgeha Îtilaatê de li bajarê Sinê tê ragirtin. Navbirî di vê heyamê de ji mafên destpêkî yên wekî destpêregihîştin bi parêzer û hevdîtin digel malbata xwe hatiye bêparkirin.
Herwisa hewlên berdewam ên malbata navbirî bo agehdarbûn ji rewşa wî bê encam mane û navendên ewlehî û dadwerî xwe ji dana her cure bersiveke rohn dûr digirin.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, derbarê sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wî hatinî sepandin, cihê ragirtin û qedera vî welatiyê Kurd, ti zanyariyek serast li ber dest nînin.
Newzad Behramî, roja Sêşemî 11ê Şibata 2025an, dema ku ji Herêma Kurdistanê vedigeriya li sînorê Başmaxê ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hatibû girtin û bo girtîgeha vê saziya ewlehî li Sine hatibû veguhastin.