Raporek ji dawî rewşa Zeyneb Celaliyan, girtiya siyasî ya Kurd hevdem digel destpêka hejdehemîn sal ji binçavkirina wê

25 February 2025 22:52

Hengaw; Sêşemî 25ê Şibata 2025an

Zeyneb Celaliyan, girtiya siyasî ya Kurd û xelka Makûyê û mehkûm bi sizayê heta hetayî ku 17 salên borî (6209) bi bê rojek mirexesî (azadiya demkî) di girtîgehên cuda yên Îranê de derbas kiriye, îro di demekê de derbasî nav 18 saliya girtîgeha xwe dibe ku tevî rewşa xirab ji mafên destpêregihîştin bi derman û tedawiyên pizîşkî li girtîgeha Yezdê bêpar e û nêzî pênc meh berî niha bi fermana Wezareta Îtilaatê ji mafê hevdîtin bi malbata xwe re hatiye bêparkirin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Zeyneb Celaliyan, girtiya siaysî ya temen 42 salî û xelka gundê "Deym Qişlaq" ê ser bi bajarê Makûyê û girtî di girtîgeha navendî ya Yezdê de, tevî ku dîtina çavê wê di metirsiyeke cidî de ye û nexweşiyên xitimîna dev, asm û gurçik heye, herwisa bi dijayetiya berpirsên girtîehê ji mafê destpêregihîştin bi tedawiyên pizîşkî bêpar e.

Zeyneb Celaliyan zêdetirî 4 salan e bi bê ti rohnkariyeke yasayî bo girtîgeha Yezdê hatiye dûrxistin û di vê heyamê de bêyî berçavgirtina bingehên cudakirina girtiyan di vê girtîgehê de, ji hemû mafên sereke yên xwe jî hatiye bêparkirin.

Zeyneb Celaliyan, ji bilî îşkenceyên derûnî û fîzîkî bo çendîn caran rastî gefa destdirêjiya seksî di dema lêpisînê de hatiye û gelek caran bi bê ti sedemek rohn bo girtîgehên cuda ji wan girtîgehên Xoye, Êvîn, Kirmaşan, Qerçeka Weramîn, Kirman û Yezdê hatiye veguhastin.

Hêjayî gotinê ye ku, navbirî sala borî dema ku kelepçekirî û pêbend hebûye, çendîn caran ji aliyê hejmarek ji hêzên îdareya Îtilaatê ve li bajarê Yezdê bi berdewamî hatiye lêpirsînkirin û di dema lêpirsînanê de gef li wê hatiye xwarin ku eger "poşmaniya xwe neyîne ziman" ew dê heta heta ji mafên ku heta niha jê re nehatine dayîn bêpar bimîne.

Navbirî herwisa, aliyê kêm du caran di heyama girtina xwe de bi nexweşiya “Covid-19” ketibû ku her du caran jî, ji mirexesiya bo çareseriya pizîşkî hatibû bêparkirin û ti carî tedawiyên pizîşkî wernegirt.

Malbata Zeyneb Celaliyan, di 17 salên borî de berdewam di bin zextean de bûye ku beramber rewşa xirab a Zeyneb Celaliyan bêdeng bimînin. Ev malbatê tevî hemû zextan, daxwaza saziyên ewlehî ji bo hevpeyvînkirin li dijî partiyên siyasî yên Kurdistanê red kirine.

Çar endamên vê malbatê di Zivistana sala 2022an de, piştî belavkirina peyameke vîdyoyî ku Gozel Hecîzade, dayîka Zeynebê daxwaza alîkariyê kiribû, hatibûne girtin. Piştî belavbûna vê peyamê dayîka Zeyneb û birayên wê Paşa, Îbrahîm û Yûsif Celaliyan li Makûyê şev û rojekê hatibûn binçavkirin. Di dawiyê de ji ber ku Gozel Hecîzade li girtîgehê ji hişê xwe çûbû, hatibûne berdan.

Zeyneb Celaliyan di 26ê Şibata 2008an de, li ser rêya Kamêran-Kirmaşanê hatibû girtin û di meha Mijdara 2008an de ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a Kirmaşanê bi serokatiya dadwer Muradî bi tohmeta derketina neyasayî ji derveyî welat bi salek girtîgehê û bi tohmeta "muharibe" ji rêya endametiya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê bi îdamê hatibû sizadan.

Sizayê darvekirina Zeyneb Celaliyan di sala 2009an de ji aliyê Dîwana Bilind ve hate piştrastkirin û di meha Mijdara 2011an de hate efûkirin û bi girtîgeha heta hetayî hate guherîn, di heyama van salan de bi bê destpêregihîştin bi mafên xwe yên sereke di girtîgehên cuda yên Îranê  de  girtî  bûye.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin