Berdewamiya girtin û nexuyabûna çarenivîsa sê welatiyên Kurd ên girtî li girtîgeha Selmasê

Hengaw; Çarşemî 26ê Şibata 2025an
Ejder Dudkanlu Mîlan, Zabit Wilîlû Qizilbaş û Feryad Hacîzade, sê welatiyên Kurd ên girtî di girtîgeha Selmasê de, nêzî meheke borî di vê girtîgehê de ragirtî ne û herwisa çarenivîsa van nediyar e.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, bi derbasbûna nêzî mehekê, Ejder Dudkanlu Mîlan, Zabit Wilîlû Qizilbaş û Feryad Hacîzade, sê welatiyên Kurd û xelkê Selmasê herwisa di girtîgeha navendî ya vî bajarî de girtî ne.
Li gorî gotina çavkaniyeke nêzî malbata van welatiyan, biryara binçavkirina demkî ya van welatiyên Kurd ku nêzî du hefte berî niha ji girtîgeha Îtilaata Spahê bo girtîgeha Selmasê hatine veguhastin, ji bo heyama meheke din hatiye dirêjkirin.
Ejder Dudkanlu Mîlan û Zabit Wilîlû Qizilbaş û Feryad Hacîzade 10 roj ji binçavkirina xwe li girtîgeha Îtilaata Spahê bi bê hebûna mafê pêwendîgirtin digel malbatên xwe û destpêregihîştin bi parêzeran re derbas kirine.
Ev welatiyên Kurd di dawiya meha Çileya îsal de, ji aliyê hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran ve hatibûne girtin. Ejder Dudkanlu Mîlan, Zabit Wilîlû Qizilbaş û Feryad Hacîzade li gundê "Guwêzek" ê ser bi bajarê Selmasê hatine binçavkirin.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast derheq sedemên girtin, tohmetên ku li dijî van welatiyên Kurd hatinî sepandin li ber dest nîne.