Enwer Çalişî, girtiyê siyasî yê Kurd bi sedema pêrenegihîştina pizîşkî canê xwe ji dest da

Hengaw; Pêncşemî 20ê Şibata 2025an
Enwer Çaliş, girtiyê siyasî yê Kurd ê tûşbûyî bi nexweşiya penceşêrê, di demekê de ku pênc sal ji heyama girtîgeha bi ser de hatî sepandin derbas dikir, bi sedema vê nexweşiyê canê xwe ji dest da. Saziya Îtilaata Spaha Pasdaran wek saziya pêşîgirtin ji pêregihîştinên pizîşkî û derbaskirina qonaxên dermanî, berpirsê sereke yê canjidestdana vî girtiyê siyasî ye.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 16ê Şibata 2025an, Enwer Çalişî, girtiyê siyasî yê Kurd û xelkê gundpê “Lozine” yê girêdayî devera Mirgewer a ser bi bajarê Urmiyê di nexweşxanê de canê xwe ji dest da.
Berê di destpêka meha Gulana sala derbasbûyî de, di demekê de ku nexweşiya penceşêra riviyên vî girtiyê siyasî ber bi pêş ve diçû û hewcehî bi çareseriya bilez hebû, saziya Îtilaatê ya Spaha Pasdaran pêşî ji dana mirexesiyê bo tedawiya pizîşkî ya navbirî digirt.
Piştî rêgirtina saziya Îtilaata Spaha Pasdaran, Enwer Çalişî bêyî pêregihîştinên pizîşkî, bi pêbend û kelemçeyê ji nexweşxaneyê bo girtîgehê hatibû veguhastin.
Enwer Çalişî, roja Çarşemî 2ê Kanûna sala 2020an, digel du welatiyên din ên bi navên Kamîl Cebarwend ê xelkê gundê “Çiryava” û “Mûsa Alosî” yê xelkê gundê “Welindeya Serê” yê ser bi bajarê Urmiyê ji aliyê hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran ve hatibûne girtin û bo girtîgeha El-Mehdî ya Spaha Urmiyê hatibûne veguhastin.
Navbirî piştre bi tohmeta “hewldan li dijî asayişa netewî û endamê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê” ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a bajarê Urmiyê ve, bi 7 sal girtîgeha sepiyayî hatibû sizadan.
Mûsa Alosî piştre bi danîna barimteyê hate azadkirin û Kamil Cebarwend û Enwer Çalişî roja Pêncşemî 14ê Çileya 2021an, bo benda siyasî ya girtîgeha navendî ya Urmiyê hatine veguhastin.