Girtîgeha navendî ya Mehabadê; Ebdulhadî Şêxepûr ji ber pêranegihîştina pizîşkî jiyana xwe ji dest da
Hengaw; Çarşemî 17ê Kanûna 2025an
Ebdulhadî Şêxepûr, welatiyê xelkê bajarê Serdeştê û girtiyê beşa tawanên asayî li girtîgeha navendî ya Mehabadê, di halekê de ji ber pêranegihîştina pizîşkî li vê girtîgehê jiyana xwe ji dest da ku ji çend roj berî niha ve heyama sizayê xwe qedandibû.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 14ê Kanûna 2025an, Ebdulhadî Şêxepûr, girtiyê xelkê Serdeştê û bavê du zarokan, di halekê de ku heyama 3 sal sizayê xwe derbas kiribû û ji du rojan berî niha ve li ser textê xwe li girtîgeha navendî ya Mehabadê şiyana meşê nebû, ji ber pêranegihîştina pizîşkî jiyana xwe ji dest da.
Li gorî gotina çavkaniyên agehdar, Ebdulhadî Şêxepûr di heyama du rojên beriya canjidestdana xwe de, tevî rewşa xirab a laşî, bo dermanxaneya girtîgehê nehatibû veguhastin. Berpirsên girtîgehê sedema mirina vî girtiyê ji malbata wî re sekinîna dil ragihandine.
Ev girtiye nêzîkî 3 salan berî niha bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber hatibû girtin û bi 3 sal girtîgehê hatibû sizadan û çend roj beriya mirinê heyama sizayê xwe qedandibû, lê ji ber sedemên nediyar, azadkirina wî hatibû paşxistin.