Bîcar; Soran Feyzîzade yek ji girtiyên nerazîbûnên girseyî, di bin îşkenceyê de hatە kuştin
Hengaw; Înê 16ê Çileya 2026an
Soran Feyzîzade, welatiyê Kurd ê xelkê Seqizê û rûniştiyê Bîcarê, di dema nerazîbûnên vê dawiy de hate girtin û ji ber îşkenceyên dijwar ên dezgehên serkutker ên hikûmetî jiyana xwe ji dest da.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Soran Feyzî, welatiyê 40 salî yê xelkê Seqizê ku roja Çarşemê 7ê Çileya 2026an, di meşa nerazîbûnên girseyî yên Bîcarê de hatibû girtin, li yek ji navendên binçavkirinê yên vî bajarî di bin îşkenceya hêzên serkutker ên hikûmetê de hate kuştin. Hevjîna navbirî xelka Bîcarê bûye û ev 7 sal bûn ku li vî bajarî niştecih bûn.
Hengaw di hevpeyvînekê de digel çavkaniyeke agehdar û nêzîkî malbata Soran Feyzîzade, zaniye ku saziyên ewlehiyê roja Înê 9ê Çileyê bi rêya telefonê re mirina navbirî ji malbata wî re ragihandine. Vê çavkaniyê ji zimanê malbata wî tekezî kiriye ku termê vî welatiyî ji ber îşkence û lêdana zêde, bi zehmetî hatiye naskirin.
Vê çavkaniyê herwiha ji bo Hengawê piştrast kiriye ku, Soran xîzandar û rûniştiyê Bîcarê bûye û di meşa nerazîbûnên vî bajarî de hatiye girtin û di heyama rojên binçavkirinê de, tevî şopandinên hevjîna wî, saziyên ewlehiyê ti bersivek nedane vê malbatê.
Malbata Soran Feyzîzade wekî gelek malbatên din bi dayîna pereyan termê kurê xwe wergirtine û di bin rêûşûnên tund ên ewlehiyê de li goristana Ayçî ya Seqizê, bêyî pêkanîna ti cure rêûresmekê spartine axê.