Girtîgeha Qizilhesar; Xwekujya Yeiqûb Sebzî, girtiyê mehkûm bi darvekirinê

12 September 2025 16:42

Hengaw; Înê 12ê Îlonê 2025an

Yeiqûb Sebzî, girtiyê xelkê Koyeştê û girtî li girtîgeha Qizilhesara Kerecê, bi rêya xwarina madeyên hişber ve di hundirê girtîgehê de hewla xwekujiyê da û bi vê sedemê canê xwe ji dest da. Di heyama 9 mehên borî de, herî kêm 15 girtiyên Kurd li girtîgehên Îranê canê xwe ji dest dane.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya Çarşemî 10ê Îlona 2025an, Yeiqûb Sebzî yê 27 salî û xelkê Koyeştê yê ser bi parêzgeha Loristanê, li salona 17 a beş 2 a girtîgeha Qizilhesara Kerecê bi rêya xwekujiyê ve dawî bi jiyana xwe anî.

Li gorî çavkaniyên Hengawê, Yeiqûb Sebzî tevî nebaşbûna rewşa wî ya tendirustiyê çend demjimêran li dermanxaneya girtîgehê hatiye ragirtin û sibêdeha duh dema ku ji bo nexweşxaneyê dihate veguhastin canê xwe ji dest dane.

Ev girtiye heft sal berî niha, dema ku tenê 19 salî bû, bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber hatibû girtin û di dawiyê de bi darvekirinê hatibû sizadan.

Li gorî amarên ku di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatine tomarkirin, ji destpêka sala 2025an ve heta niha, herî kêm 35 girtî ji ber sedemên cuda li girtîgehên Îranê canê xwe ji dest dane, ku ji wan 15 girtî wate ji %43 welatiyên Kurd bûne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin