Girtîgeha Qizilhesarê; Emîr Emîrî tevî daxwaza pêregihîştina pizîşkî bi awayekî gumandar canê xwe ji dest da

02 September 2025 16:17

Hengaw; Sêşemî 2ê Îlona 2025an

Emîr Emîrî, girtiyî Kurd ê xelkê Sehne yê ser bi Kirmaşanê, ku berê bi tohmeta madên hişber bi darvekirinê hatibû sizadn, li girtîgeha Qizilhesara Kerecê, tevî daxwaza pêregihîştina pizîşkî, bi awayekî gumandar jiyana xwe ji dest da.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Pêncşemî 28ê Tebaxa 2025, Emîr Emîrî, girtiyê 40 salî yê xelkê Sehne, ji ber sedemên nediyar li girtîgeha Qizilhesarê canê xwe ji dest da.

Li gorî çavkaniyeke nêzîk malbata Emîr Emîrî, ev girtiyê Kurd berê di pêwendiyeke telefonî de ragihandibû ku wî daxwaza pêregihîştina pizîşkî kiriye, lê piştî sê rojan di girtîgehê de pêwendî bi malbata wî re hatiye kirin û kurê wan canê xwe ji det daye.

Herwiha vê çavkaniyê daye zaînîn ku, di vê heyama sê rojan de, Emîr Emîrî ti pêwendiyek bi malbata xwe re nebûye û ev yeka bûye sedema gumandarbûna mirina wî.

Emîr Emîrî du sal berî niha bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin