Girtîgeha Selmasê; Wehîd Umerî ji ber pêranegihîştina pizîşkî jiyana xwe ji dest da

22 December 2025 09:38

Hengaw; Duşemî 22ê Kanûna 2025an

Wehîd Umerî, girtiyê tawanên darayî li girtîgeha Selmasê, ji ber pêranegihîştina pizîşkî jiyana xwe ji dest da. Navbirî di nava hefteya borî de duyemîn girtiyê Kurd e ku bi heman sedemê jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Pêncşemî 18ê Kanûna 2025an, Wehîd Umerî yê xelkê gundê “Xurxurava” yê ser bi Selmasê, li girtîgeha navendî ya vî bajarî tûşî celteya dil bû û ji ber direngxistina dermankirinê û veguhastina wî bo nexweşxaneyê, jiyana xwe ji dest da.

Malbata vî girtiyê xwe ji wergirina termê navbirî dûr digirin û li hewla tomarkirina sikalayê li dijî berpirsên girtîgehê ne, ji ber ku dermankirina pizîşkî bo wî nehatiye kirin.

Herwiha roja Yekşemî 14ê Kanûna 2025an, Ebdulhadî Şêxepûr, girtiyê xelkê Serdeştê û bavê du zarokan, di demekê de ku heyama 3 sal girtîgeha xwe qedandibû û ji du rojên berê ve li cihê xwe li girtîgeha navendî ya Mehabadê şiyana meşê nebû, ji ber pêranegihîştina pizîşkî jiyana xwe ji dest da.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin