Merîwan; Berdewamiya girtin û nexuyabûna çarenivîsa Şaho Sûrî

26 February 2025 14:04

Hengaw; Çarşemî 26ê Şibata 2025an

Şaho Sûrî, welatiyê Kurd û xelkê Merîwanê, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve li vî bajarî hatiye girtin û bo girtîgeha vê saziya ewlehî li bajarê Sine hatiye veguhastin û bi derbasbûna 25 roj ji binçavkirina navbirî ti zanyariyek derheq qedera wî li ber dest nîne.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, tevî derbasbûna 25 roj ji binçavkirina Şaho Sûrî yê temen 30 salî û xelkê Merîwanê ji aliyê îdareya Îtilaata vî bajarî ve, ti zanyariyek serast derheq çarenivîsa vî welatiyê Kurd li ber dest nîne û lipeyketinên malbata wî derheq agehdarbûn ji rewşa vî welatiyê Kurd bê encam maye û saziyên ewlehî xwe ji dana her cure bersiveke rohn dûr digrin.

Li gorî gotina çavkaniyeke nêzî malbata Sûrî, Şaho Sûrî roja Yekşemî 2ê Şibata 2025an, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve li vî bajarî hatiye girtin û bo girtîgeha vê saziya ewlehî li Sine hatiye veguhastin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast derheq sedemên girtin û tohmetên ku li dijî Şaho Sûrî hatinî sepandin li  ber  dest  nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin