Bokan; Gazîkirin û girtina Hîwa Behîn ji bo birêvebirina sizayê girtîgehê

26 February 2025 21:51

Hengaw; Çarşemî 26ê Şibata 2025an

Hîwa Behîn, welatiyê Kurd ê xelkê bajarê Bokanê, piştî gazîkirin û serdankirina Taya Cîbicîkirina Sizayan a Bokanê, bi mebesta birêvebirina sizayê şeş meh girtîgehê hate girtin û bo girtîgeha navendî ya vî bajarî hate veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 26ê Şibata 2025an, Hîwa Behîn ê temen 41 salî û xelkê bajarê Bokanê, bo birêvebirina sizayê şeş meh girtîgeha sepiyayî hate girtin û bo girtîgeha navendî ya vî bajarî hate veguhastin.

Ev welatiye berê ji aliyê Taya 101 a Dadgeha Tawanan a Du ya vî bajarî ve bi serokatiya dadwer “Fexrî” bi tohmeta “propagende li dijî Komara Îslamî ya Îranê” bi 6 meh girtîgehê hatibû sizadan.

Hîwa Behîn, roja Yekşemî 24ê Kanûna 2024an, piştî gazîkirin bo îdareya Îtilaata bajarê Bokanê, ji aliyê vê saziya ewlehî ve hatibû girtin û roja Yekşemî 11ê Kanûnê bi danîna barimteya 600 milyon Tumenî bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê hatibû  azadkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin